ÇÎROKA SEYDIK
Lê
lê gewrê lê.. ax lê ber felekê dilikê min evdalê xwedê min go ber felekê.. ay
hûnê hespa bînin zîna daynin ser kêlekê.. ay belê Seydikê min birîndar e..
Belê Seydik.. Seydikê nêçîrvan.. seydikê ku şal û şapikê wî ji
postê kuvîyan.. Seydikê ku di dawîyê da qedera kûvîyan jîya.
Sê roj li ser dewata Seydik ra derbas bibû. Bi bejna xwe ya tîtal,
bi rûyê xwe yê qemer û bi hurmetdayîna xwe siwar û nêçîrvanekî çê bû. Pîştî
xirecirên daweta wî mêvan li mala wan kêm nedibûn. Her ku mêvan dihatin Seydik
jî diçû nêçîrê û kûvî dikuştin. Pê ra jî goştê wan dihanî û ji mêvana ra
dipeht. Îro jî dîsa mala xezûrê Seydik bi êl û eşîr kom bûbûn û hatibûn
mêvandarîyê. Ji ber ku êdî destpêka zivistanê bû, serma jî êdî xemla xwe li
rûyê erdê girêdabû. Ji ber vê yekê jî nêçîrvanî ji bo Seydik çetin ketibû. Piştî
ku mêvanan xwe di mala germ da edilandin Seydik rabû bi heybetî potên xwe li
xwe kirin û tifeka xwe avête milê xwe. Piştî ku xwatir ji dê û bavê xwe xwest, pê
ra jî ji bo benda wî bisekinin teme da wan ku goştê kûvîyan bîne. Bi erêkirina
dê û bavê ra Seydik bi tifeka xwe berê xwe da çîyayên bilind û piştî çîyayan da
qulibî. Seydik di nêçîra xwe da gelekî xurt bû û dema kûvîk bidîta heta ku
bikûşta tu carî pey wê bernedida. A bi vî terî, Seydik pir çû hindik çû û li
gelîyekî asê da rastî kûvîkî hat. Êdî wext li ber rofirînê bû û Seydik jî ji
ber sermayê gelekî qufilî bû. bi dîtina kûvî ra rih di laşê Seydik da gerîya û
tifeka milê xwe bi nermî hilda destê xwe. Kûvî nêzî sed mêtroyî li ber derê
şikeftekî mexel hatibû. Seydikê nêçîrvan xwe hêdîka teland û nîşana kûvî girt.
Dema tilîya eşedê li Seydik gerîya û tifek teqîya kûvî ji cihê xwe silikî revî.
Gula ku ji tifeka Seydik derketibû negihîştibû cihê xwe û kûvî revîbû. Seydik
heyfê lê barand û ber bi wê şikefta ku kûvî li ber mexel hatibû çû. Dema Seydik
çû li ber şikeftê dît ku ew kûvî vê carê weke sed mêtroyî li ber dareke hişk
mexel hatîye. Seydik vê carê jî gule avêtê lê dîsa gula wî lê negirt. Kûvî dîsa
revîbû û gule lê neketibû. Seydik şaş û ecêb mabû. Lê ji xwe ra kir înat û sond
xwar ku wê kûvîyî bikuje. Bi vî terî kûvî her carê sed mêtroyî ji Seydik dûr
mexel dihat û tu carî gulê lê nediketin. Seydik hingî kete hay wê kûvîyê şev lê
bû sibê, sibe lê bû şev.
Dê û bavê Seydik bi tevî mêvanan va êdî ketibûne meraqeke bixof û
li ser halê xwe da diponijîn. Talîya talî bavê Seydik biryar da ku li pey şopa
kurê xwe bikeve û wî bibîne. Bav rabû tifeka xwe hilda milê xwe û kete nava
çîyayan. Seydik jî êdî ji ber birçîbûn û sermayê ketibû halekî xirab. Deve devî
sê rojê wî qedîyabûn û ew kûvîya malxirab nehatibû kuştin. Êdî şev perên xwe li
erdê raxistibûn û Seydik tenê ji bo carekî, di êvara kere lal da tifek ber bi
wê kûvîyê kiribû. Dema nîşan li kûvî girt bêhna xwe jî pê ra girt û gule berî
bedena kûvî da. Hema di wê kêlîyê da kûvî di cihê xwe da li ser kêlekê ket. Wê demê
rehetîya dilê Seydik nedihate gotinê. Seydik bê hal û taqet çû li ser wê kûvîye û ber bi şikeftê kişand. Ji
ber sermayê êdî tilîyên wî nedigirtin û gelekî bêmecal ketibû. Seydik hema wê
kêlîyê kûvî serjêkir û ji bo hinekî xwe germ bike kûvî post kir. Piştî ku kûvî
post kir cendekê wê veşart û postê kûvî jî hema li xwe kir û weke mexel were
kete xeweke kûr. Bavê Seydik jî ji ber ku pirî li kurê xwe gerîyabû taqet
ketibû. Dema ku roj ji pişt çîyayan hilat bav hê kurê xwe digerîya û misqalek
xew neketibû çav. Dema bi derketina rojê ra her der bû ronahî, çavê bavê
şikeftekî ket. Bavê Seydik ber bi şikeftê meşîya û li ber derê derî li hundur
nihêrî. Bav dît ku wa kûvîk li nava şikeftê mexel hatiye. Bav xwe bi xwe fikirî
ku vê kûvîyî bikuje û piştî dîtina kurê xwe ra wê jî bibe mal. Bav bi nermî bi
tifeka xwe hilda û nîşanê berî bedena kûvî da. Hinekî çav lê gerand û dawîyê da
gule berdayê. Malkambaxê bavê, dema çû li ser kûvî û ji cî leqand ecêba reşe
giran dît. Bav lê dabû kurê xwe kuştibû. Hema wê kêlîyê destê ku tifek
hilgiribû çû li ber guha û zarîn li şikeftê hilda.. Bavê bi kul û derd hema wê
demê ev zêmar li ser kurê xwe got û girîya…
Dê Lê lê gewrê lê..
ax lê ber felekê dilikê min evdalê xwedê min go
ber felekê..
ay hûnê hespa bînin zîna daynin ser kêlekê..
ay
belê Seydikê min birîndare, ay hûn xwedê kin hûnê bibin vê bajarê bidlîsê..
ay
belêê, birîna seydikê minê.. ay lê lêêêê..
derba
vê tifekê, ay birîna delalê dilê mino min go derba vê tifekê..
ax
dîtina min û Seydikê min çû roja qîyametê…
ay lê
de rabe Seydiko Seydevano min go piçûko,tifalo, dengbêjo, bilûrvano..
hey
şalû şapik, ay delalê bergûzê van nêrîyano..
ay
xanîkê Seydikê minê… Ay lihê lê, lihê lêê. Ay lê pişta çîyayê..
xanîkê
delalê dilê mino mi go pişta çîyayê..
ay belê
Seydikê min îro sê roje zaveye..
ay hûn
xwedê kin hûn bibine vê şeşoyê..
ay seydikê
min zavaye, ay delalê min bibine şeşoyê..
ay belê
delalê dilê min birîndare hûnê bibin bajarê vê Zaxoyê..
ay lê
de rabe Seydiko Seydevano min go piçûko,tifalo dengbêjo, bilûrvano..
hey
şalû şapik, ax delalê bergûzê van nêrîyano..
(modernîzekirina çîrokê: Dilêr Serhed)