27 Ağustos 2020 Perşembe

ÇÎROKA HESO Û NAZÊ

 

    Xire xir ji cigerên pênûsa min tê. Xuyaye yê vê êvara kere lal bikuxe, hepsê zemên siwar bibe û here dora salên 1920 an. Hêdîka melodîyên dengbêjên çê bi pênûsa xwe didîme xwarin û dikim rêyeke dûr..

(Li mala Hesoyê Hemoyî)

    Erê erê.. dewran e dewran, demê dewran e. Gundê Hesen Evdalê belekîyêd berfê weke kumên kalanî serê çîyayan girtibûn. Dengê çemê Hesen Evdalê jî bi hemû xweşikbûna xwe li xelkê tesele dibû. Qulîxanê -birayê heso- li dîwana malê rûniştibû û diponijî. Birayê wî Heso jî, ji ber ku ev muddeteke xelata Xwedê (Kotîbûn) lê peyda bibû, li odeyeke piçûk nale nala wî bû. Jina Qulîxan Menco jî li ber çokên mêrê xwe rûniştibû û li ser halê wî da dikewgirî. Ji rûyê Qulîxan keder dibarî. Ev muddetek bû ku tu kesî ji tirsa nexweşîya birayê wî li derê mala wî nedabû, kesek nêzîkî mala wî nebibû. Gotin û gilîyên xelkê bibû şirît û stûyê Qulîxan alîya bû. Hemû gundîyan dixwestin Heso bimre an jî ji gund bê avêtin. Ji ber ku kotîbûn ji yekî digihîşte kesekî din û êşeke xetere bû. Bi vî terî Qulîxan bi dilekî keder her difikirî. Jina Qulîxan Menco êmekî mêrê xwe nihêrî û bi dû ra berxwe neda û got:

‘Qulîxan, serkêşê sîwarê Hemoyan, hingî ez hatime mala bavê te, xwedê va eyan e, herkesî serê we sond xwarîye. Lê weke ku tu jî dibînî hingî kotîbûn birayê te rabûye kes li derê te naxe, cînar ji birê te, tu jî ji nexwaşê xwe aciz bûyî. Eme hêj serxwe nin, hingî Heso mal da bimîne yê stûyê me jî vê nexwaşîyê bialîne.’

Bi vê gotina Menco ra Qulîxan serê xwe li ser çokên xwe yên çarmêrkî ra xwar kir û li Menco vegerand:

Hesoyê birê min şair û dengbêjekî çê bû heta berîya mehekî. Xelkê serê wî sondê sondan  dixwarin. Menco, pitê, êne Heso ev meheke destgirtî ye. Nazêya reben şev û roj bi birînê Heso ra digirî, xwe diperitîne. Emê çawa qêmîşê wan bikin heyran? Em ê çibkin porkura porkur.’

Bi vê gotina Qulîxan ra Menco silikî û kete hişê Qulîxan. Menco Menconîya xwe nîşan kir û gote Qulîxan:

Qulîxan, dewran e, xwedê va eyan e, Heso mêrekî çê ye. Lê Xelata Xwedê lê peyda bûye. Tu jî rind haj pê heyî, xilasbûna vê êşê tine. Hinekî heso malda bimîne yê nexaşîyê berde hemû gundê Hesen Evdalê, Gundê Hesen Evdala Jêrîn jî ser da.’

Qulîxan hinekî ponîjî û got:

‘Ê ka em ê çibikin Menco.?’

Menco:

‘Wellehî Qulîxanê min, tu bi gotina min bikî, em ê Heso betanîyan bialînin, biherin daynîn şikefta li ber çem. Em ê nanê wî ava wî daynîne ber. Qe nebe em ê bi vê nexwaşîyê nekevin, gundîyê me qaîl bin. Heso jî êdî nizanim bimre, nizanim pak be. Xwedê dîzane.’

Qulîxan tevî dengê nalenala Heso li ser halê xwe û gotinên Menco kelogirî bû û awiqî. Êmekî şûnda ji menco pirsî:

‘Lê em ê çi bibêjine Nazê? Êne Nazê ji bo Heso şev roj digirî, qet dihêle em Heso biherin bavêjin şikeftê.’

Menco lê vegerand:

‘Heyran, em nabêjin Nazê. Piştî ku me Heso bire şikeftê em ê rabin herin Hesen Evdala jêrîn cem Nazê û bavê wî. Em ê bêjin Heso çû rehma xwedê. Xwezgînîyê Nazê kêm nedibû, bila bavê wê dîsa nîşanî bike, bide mêr.’

Li ser vê plana Menco Qulîxan bû laşekî bê rih. Lê ji Menco ra negot na. Her awiqî û hêsir barandin.

Bi vî terî êvar li ser Menco û Qulîxan da hat. Heso ji ber êşê birînên xwe halekî xwevaçûyî da bû. Malşewitîyê Menco hangava çû betanî anîn û bi Qulîxan va Heso bi betanîyan pêçan. Wê êvara kere lal nale nala Heso dikete Gelîyên Zîlan û deng vedida. Dema Heso anîne ber şikeftê Menco hinek gîyayê teze anî şikeftê da raxist. Paşê ew bi Qulîxan Heso danîne li ser gîha, nan û ava wî dane li ber serê wî û pişta xwe dan û vegerîyan. Heso rebeno, nale nala wî şikeft hilda û kete Gelîyê Zîlan.

(Li mala Nazêya Mikaîlî)

Nezê.. jina esl û esas. Ev mehek bû ku bi kotîbûna Heso ra xew jê xeyîdîbûn. Her digirîya û li ser qedera xwe dilorand. Tu divê dindikreş ketibû nava xeyalên Nazê û yek bi yek winda dibûn. Lê dîsa jî, şev roj dua ji mîrê mîran dikir ji bo Hesoyê xwe. Hêvîya xwe hêj ji Heso qut bekiribû.

Destê şeveqê bû, bi dengê lêketina derî ra Nazê ji cihê xwe quloz bû û revî derî vekir. Yê hatî Qulîxanê birê Heso û jina wî Menco bû. Bav û dîya Nazê hemû bi dengê derî ra hişyar bûn û hatine ber derî. Qulîxan bi dengekî şikestî û zîz got ku Hesoyê birê wî çûye rehma xwedê û wan ew binax kirîye. Hema wê kêlîyê tu divê ava kel li ser serê Nazê da ro kirin. Nazêya qijik bû îske îska wê û dest bi girîyê kir. Her çiqas Menco xwest  li  ber dilê Nazê da were jî, Nazê huş nebû û bi xebera giran ra ji xweva çû.

Qulîxan êmekî şûnda berê xwe da bavê Nazê û got:

‘Apo, Xwedayê mîrê mîran xelata xwe da birê minê bêbext, şair bû, hê serxwe bû. Lê çavê qederê korbe, bi dilekî keder dibêjim, birê min rehmet kir. Şikir Nazêya te bedew e, xama ye. Qedera wê û Heso pêk nehat, hêvîya min rebbê jorîn, înşela qîza te bigihêje mirazê xwe.’

Piştî van gotinan bavê Nazê razîbûna xwe nîşanê Qulîxan da û sersaxî da wî. Bi dû ra jî herkes kîsfîsbû û çû mala xwe. Lê helbet piştî çend rojan ji bilî Nazê xebera herkesî ji meseleya Heso çêbû. Nazêya reben jî bêhay çend roja xwe bi xwe şîna Heso girt.

    Li ser meseleya Heso çend roj derbas bibûn. Helbet haja gelek xort û eşîran ji bedewîya Nazê hebûn. Dema ku ew jî ji meseleya Heso hisîyan êdî dest pê kirin û hatin xwezgînîya Nazêya reben. Wê êvarê li mala bavê Nazê ji eşîra Şêxan mêvan li hevdu civîyabûn û dewa xwastina Nazê dikirin. Lê Nazê tu carî qayîl nebû û got ku heta çilê Heso dernekeve ew kesekî nake. Bavê Nazê jî merivekî encûz bû û dixwest hangava qîza xwe bide mêr.

Wê şevê qelebalixîya mala bavê Nazê bêhesab bû û ji bo Nazê şeveke gelek çetin bû. Xûya bû ku Bavê Nazê yê wê bida xortekî eşîra şêxan û Nazê jî hingî girîyabû hêsir lê mirçiqîbûn. Wê kêlîyê jinikeke ji gundê wan mala bavê Nazê rûniştibû û dilê wî gelek Nazê Şewitîbû. Îcar bi dizî çûbû cem Nazê û gotibûyê ku Heso nemirîye û birê wî bi tevê jina xwe ew avêtine şikefta çemê Hesen Evdalê. Li ser gotinên jinikê Nazê ji cîhê silikî bû û li cem mêvanê hazir nifir li herkesî kiribû. Lê dewrana berê bû, qîmeta qewl û qirarên jinê li cem eşîrtîyê hesab nedibû. Derdê nedîtina Heso dilê Nazê diperitand û dixwar. A ji ber vê yekê Nazê li ber cimaatê sekinibî û gotibû:

‘Xwedê vê qedera min û Heso qebûl neke, îsal agir ser serê me da barî xwedê va eyan e. Hûn hatine xwezgînîya min, rûyê min bin pîyê we, lê Heso hêj nemirîye, em hê destgirtîyê hevin. Qaîde ye, hûn jî dizanin, heta ez helalîya xwe ji Heso nexwazim tu carî mêr nakim. Eger îzna we hebe ez ê herim helalîyê xwe ji wî bixwazim. A paşê hûn jî qelenê min bibirin.’

Li ser vê daxwaza Nazê Bavê Wê hinekî ponijî û paşê îzna qiza xwe dayê.

    Wext êdî hema hema destê şeveqê bû lê şevê hêj perê xwe li erdê berav nekiribû. Nazêya dilbikul jinika ku jê ra qala Heso kiribû hildabû taketîya xwe û berê xwe dabû şikefta Heso. Dema Nazê xwe gîhande hinda şikeftê êdî roj zîz bibû. Nazê hingî nêzîkî şikeftê dibû nalenalên Heso kurtir dihatin. Ji çavên nazê hêdî hêdî hêsir barîn û dest bi girîneke bêdeng kir. Wexta jinik dervayî şikftê ma û Nazê kete hundir halê Hesoyê hêsîr dît û li ber çokê wî rûnişt. Heso êdî ber mirinê bû û halê wî ne tu hal bû. Hinek gîhayê şil binê wî raxistbûn, hinek nanê kefikî û eveke gemar li ber serê wî bû. Nazê wê kêlîyê girîneke wisa kir ku zarîn şikeftê ket. Heso piçekî çavê xwe vekir û tevî nalenal li Nazê nihêrî. Êmekî Nazê girîya û ew bi Heso va bi dengbêjî evête ber hevdu. Nazê li ber çokê Heso got:

‘Erê dewran e, dewran e, dewran e..

Erê Heso malmîrato, sibeye

Ez ê bi Gelîyê Zîlan bi çemê Hesen Evdalê biketim dilê min deman e..

Erê bejna min zirave, mînanî kulîlka derê dawanzde wara.

Xwezgînîyê min li mala min porkura xwedê da li hev civîyane..

Ji êvara xwedê da qelendê min birîne xelata min dane..

Heso qurban ez hatime xatirê xwe ji te bixwazim..

Birîndaro nizanim bîrînê te çawa nin siwaroo..

 

Hesoyê birîndar serê xwe bilind kir û got:

 

Erê Nazê malmîratê, sibeye..

Ez ê bi Gelîyê Zîlan bi çemê Hesen Evdalê biketim..

Bextê min û te ra îsal agir barî..

Îro dilê min rebenê bûye mina hêlîna teyrê narîn..

Evî heyvanî hêlîna xwe çêkirîye, li tebekê heftê asîmanê danî..

Ev derdê ku canê min peyda bûye belkî Rebbê alêmê neyne serê Eyup pêxemberê kurma xarî..

Erê Nazê, te çavreşê bejin bilindê bêmirazê..

Gava tu xatirê xwe ji min dixwazî gîhayê binê min teze bike

Bira heso serê xwe dayne birîndaro razê..

 

Li ser gotinên Heso hêstir çavê Nazê da bû çem û li Heso vegerand, got:

‘Erê dewran e, dewran e, dewran e..

Erê Heso malmîrato, sibeye

Ez ê bi Gelîyê Zîlan bi çemê Hesen Evdalê biketim dilê min deman e..

Xwezgînîyê min li mala min porkura xwedê da li hev civîyane..

Xwedê zane mişterîyê min gelek in

Heso qurban tu halê xwe bi xwe neşewitîne..

Tu serê xwe dayne ser çoka min porkurê..

Ev derdê ku di canê te da ye, belkî Xwedê Teala canê min da peyda ke..

Xwedê bi vê derdê ,tu cara mirazê min serê xortê xelkê neke, siwaro..

 

Heso li Nazê vedigerîne:

Erê Nazê malşewitîyê, sibeye..

Ez ê bi Gelîyê Zîlan bi çemê Hesen Evdalê biketim..

Îro dilê min rebeno bûye mina hêlîna teyrê Sîmir e..

Erê bayê Gelîyê zîlan çemê Hesen Evdalê li ser serê min da tê gur e gur e..

Erê Nazê, malmîratê min seh kirî xwezgînçîyê te li mala bavê te da li hev civîyane ji êvar da qelenê te birîne..

Belkî rebbê alemê serê mêrikê camêr da neyne..

Mîna kêr û meqes anîbin ji êvar da dil û cigerê min dibirin..

Erê nazê, Gava tu xatirê xwe ji min dixwazî gîhayê binê min teze bike

Bira heso serê xwe dayne birîndaro razê..

 

Nazê li ser gotinê Heso wiha lê vegerand:

‘Erê dewran e, dewran e, dewran e..

Erê Heso malmîrato, sibeye

Ez ê bi Gelîyê Zîlan bi çemê Hesen Evdalê biketim dilê min deman e..

Ava gelîyê Zîlan Hesen Evdalê li jorê dizivire..

Heso qurban tu halê xwe bi xwe neşewitîne..

Tu serê xwe dayne ser çoka min porkurê..

Tu zimanê xwe derxe ez bimijim..

Ev derdê ku di canê te da ye, belkî canê min bigire siwaro..

 

Heso li Nazê vedigerîne:

Erê Nazê malşewitîyê, sibeye..

Ez ê bi Gelîyê Zîlan bi çemê Hesen Evdalê biketim, wa bi dar e..

Çemê Gelîyê Zîlan Hesen Evdalê bi ser min da tê bixar e..

Belkî rebbê alemê birayê min ra nehêle..

Ev derdê ku canê min peyda bûye bira neyê serê çemê Hesen Evdalê..

Ez ber vî çemî dikim gazî ne hewar e..

Nazê malmîrate qey tu nizanî birînên min kur e, xedar e, tu xwe berde çemê Hesen Evdalê ji min ra bîne tasek ava sar e Nazê…

Erê Nazê, te çavreşê, bêmirazê..

Erê nazê, Gava tu xatirê xwe ji min dixwazî gîhayê binê min teze bike

Bira Heso serê xwe dayne birîndaro razê..


Erê erê.. Nazê kir û nekir Heso zimanê xwe dernexist. li ser daxwaza Heso Nazê demildest xwe berda çemê Hesen Evdalê û tasek ava sar ji Heso ra anî.  Piştî ku Heso tasek av vexwar, emrê Xwedê, destxura çû rehmetê..

Nazê dûr û dirêj girîya.. vegerîya hate malê.. dewata wê çêbû.. lê ev birîn tu carî ji dilê wî derneket û klamek avête ser xwe û Heso..

Ew klam heta niha hate gotin û yê heta hetanî jî were gotin.

( Dilêr serhed )

nîşe: Ev çîrok bi tevî klama xwe ji alîyê gelek dengbêjan va, bi varyantên cûr bi cûr tê gotin. Min weke ku bihîsîye û ji dengbêjan guhdar kirîye, çîrok ji nû va afirand û têra taqeta pênûsa xwe nivîsî. Her wiha ev klam gelemperî ji alîyê dengbêjên Serhedê tê gotin. Lê ji ber ku dengbêjê hêja Seyîdxanê Boyaxcî axirîyên hanê çû rehmetê, min xwest hûn bi dengê wî êşa Heso û Nazê bibhîzin û Debgbêjê nemir bibîr bînin.





10 Şubat 2020 Pazartesi

Çîroka Seraya Mamed Axa


Çîroka Seraya Mamed Axa

Her kes meth û senayê dostê xwe bide, Meriv ji xwe ra methê Seraya Mamed Axa bide vê sibingê, Di nav heval û hogiran da qanatê meriv vebe, ji xwe ra pê bifire.. Serayêêê Serayêê..

          Payîz e. Welatê Serhedê payîzê xemla xwe girêdaye û benda zivistana dûr û dirêj e. Li gundê Bolikbaşîya ku girêdayê navçeya Zêtka (naçveya Qerekilîsê) ye guh li ser gotinên Kewê Ribat (Şakiro) in. Ehlê gund kar û barê xwe kirine û li vê salona mezin çarmêrkî rûniştine. De axirî ev dewr dewra dengbêjan e; xeber bi qaîde ne, meyxoşî di kuxikên dengbêjan da ne. De axirî dengbêjên vî zemanî meriv ezîz jî dikin rezîl jî.
Di vî welatî da yê ku Şakiro nas neke tune ye. Kaşkişika Şakiro di dest da ye. Îskana tije av di xizmeta aloqa wî da ye. Mindera li ber milê wî ji giranî û heybeta wî dewixîye. Civat tev li benda kilamên wî ne. De axirî ev Kewê Ribat e; çawa ku morîya qul li etaran nabîne, wisa kes xwe ji dengê wî jî bêpar nahêle û gotinên wî hêfz dike. Piştî ku hurmetî, salixdanên xwarin û vexwarinî û çend kelamên kalanî xilas bûn, civat nişkêva qîrînîya dengê Şakiro ra lerizîn. Ew miqamên ku di aloqa Şakiro da dizivirîn û derdiketin, weke şeraba Saqîyên berê serxoşîyê direşande nava civatê. Şakiro gotin li pey gotinan rêz dikir û kilam digot. Hemû civat li ser gotinên Şakiro şaş û metelmayî mabûn. Helbet xweşbûna dengê wî gelek bandor li ser wan kiribû lê tişta ecêb ew bû ku Şakiro pesnê Seraya Mamed Axa dida. Her wiha, ku çiqas pesnê serayê dida jî dilê hemû civakê dikete Serayê. Lê hemû şênîyên gund dizanibûn ku Seraya Mamed Axa bedew nebû û ji ber nebedewbûna xwe jî wextê xwe yê mêrkirinê derbas kiribû. Her wiha dilê tu xortekî nedikete qîza Mamed Axa û ev yek jî gelekî dilê Mamed Axa diêşand. Bi vî terî Şakiro kilama xwe digot û hemû civat ecêbmayî li wî guhdar dikirin. Helbet ji bilî Şakiro û Mamed Axa tu kesî meseleya vê kilamê nizanibû.
Çend roj berê Mamed Axa dîsa li ser halê qîza xwe ponijîbû û qelûn li ser qelûnê vêxistibû. Ji ber ku axayê gund jî bû, zêdetir li ser halê xwe diponijî û di hundirê xwe da dikelîya. Gotinên xelkê her dem di hişê wî da deng vedidan û dubare dikir: ‘Kes bi qîza Mamed Axa qayîl nabe, mal da maye qijika qijik..’ Seraya qîza axê jî her dem li ser halê xwe digirîya û dixwest demildest bizewice. Hema kêlîyekê Mamed Axa fikir anîbû li ser Şakiro û demildest xwe avêtibû ber bextê wî. Helbet haya wî ji nav û dengbûna Şakiro hebû û weke me gotî dengbêj mirov ezîz jî dikirin rezîl jî. Bi vî terî Mamed Axa ji Şakiro xwestibû kilamekî bavêje li ser qîza wî û ji bo vê yekê jî xwestibû pere bide Şakiro. Şakiro jî helbet pere qebûl nekiribû lê soza kilamekî dabû Mamed Axa.
Bi vî terî Şakiro ji bo bextê Serayê vebe, bi deng û miqamê xwe yê efsûnî di nava civatê da kilama Serayê digot û her kesî serxoş dikir. Helbet kesê nizanibûya ku Şakiro ji bo çi kilam davête li ser Serayê. Dê ji bo wan her dem wisa bihata zanîn ku Şakiro gelek Serayê ecibandîye û ji derdê wê kilama gotîye.
(Dibêjin ku Şakiro dema ev kilam avête li ser Seraya Mamed Axa, di demeke kin da li gelek deveran kilam hate bihîstîn û bi sedan xwezgînîyê Serayê çêbûn. Serayê jî yekî li gor dilê xwe ra zewicî. Helbet wê demê her kes gihîşte mirazê xwe û wenda bûn lê ev kilama Şakiro û 'li gor kilamê' bedewîya Serayê heta hetanî dê bê gundar kirin û zanîn.)
(Dilêr Serhed)





18 Ocak 2020 Cumartesi

ÇÎROKA SEYDIK


ÇÎROKA SEYDIK

Lê lê gewrê lê.. ax lê ber felekê dilikê min evdalê xwedê min go ber felekê.. ay hûnê hespa bînin zîna daynin ser kêlekê.. ay belê Seydikê min birîndar e..


Belê Seydik.. Seydikê nêçîrvan.. seydikê ku şal û şapikê wî ji postê kuvîyan.. Seydikê ku di dawîyê da qedera kûvîyan jîya.
Sê roj li ser dewata Seydik ra derbas bibû. Bi bejna xwe ya tîtal, bi rûyê xwe yê qemer û bi hurmetdayîna xwe siwar û nêçîrvanekî çê bû. Pîştî xirecirên daweta wî mêvan li mala wan kêm nedibûn. Her ku mêvan dihatin Seydik jî diçû nêçîrê û kûvî dikuştin. Pê ra jî goştê wan dihanî û ji mêvana ra dipeht. Îro jî dîsa mala xezûrê Seydik bi êl û eşîr kom bûbûn û hatibûn mêvandarîyê. Ji ber ku êdî destpêka zivistanê bû, serma jî êdî xemla xwe li rûyê erdê girêdabû. Ji ber vê yekê jî nêçîrvanî ji bo Seydik çetin ketibû. Piştî ku mêvanan xwe di mala germ da edilandin Seydik rabû bi heybetî potên xwe li xwe kirin û tifeka xwe avête milê xwe. Piştî ku xwatir ji dê û bavê xwe xwest, pê ra jî ji bo benda wî bisekinin teme da wan ku goştê kûvîyan bîne. Bi erêkirina dê û bavê ra Seydik bi tifeka xwe berê xwe da çîyayên bilind û piştî çîyayan da qulibî. Seydik di nêçîra xwe da gelekî xurt bû û dema kûvîk bidîta heta ku bikûşta tu carî pey wê bernedida. A bi vî terî, Seydik pir çû hindik çû û li gelîyekî asê da rastî kûvîkî hat. Êdî wext li ber rofirînê bû û Seydik jî ji ber sermayê gelekî qufilî bû. bi dîtina kûvî ra rih di laşê Seydik da gerîya û tifeka milê xwe bi nermî hilda destê xwe. Kûvî nêzî sed mêtroyî li ber derê şikeftekî mexel hatibû. Seydikê nêçîrvan xwe hêdîka teland û nîşana kûvî girt. Dema tilîya eşedê li Seydik gerîya û tifek teqîya kûvî ji cihê xwe silikî revî. Gula ku ji tifeka Seydik derketibû negihîştibû cihê xwe û kûvî revîbû. Seydik heyfê lê barand û ber bi wê şikefta ku kûvî li ber mexel hatibû çû. Dema Seydik çû li ber şikeftê dît ku ew kûvî vê carê weke sed mêtroyî li ber dareke hişk mexel hatîye. Seydik vê carê jî gule avêtê lê dîsa gula wî lê negirt. Kûvî dîsa revîbû û gule lê neketibû. Seydik şaş û ecêb mabû. Lê ji xwe ra kir înat û sond xwar ku wê kûvîyî bikuje. Bi vî terî kûvî her carê sed mêtroyî ji Seydik dûr mexel dihat û tu carî gulê lê nediketin. Seydik hingî kete hay wê kûvîyê şev lê bû sibê, sibe lê bû şev.
Dê û bavê Seydik bi tevî mêvanan va êdî ketibûne meraqeke bixof û li ser halê xwe da diponijîn. Talîya talî bavê Seydik biryar da ku li pey şopa kurê xwe bikeve û wî bibîne. Bav rabû tifeka xwe hilda milê xwe û kete nava çîyayan. Seydik jî êdî ji ber birçîbûn û sermayê ketibû halekî xirab. Deve devî sê rojê wî qedîyabûn û ew kûvîya malxirab nehatibû kuştin. Êdî şev perên xwe li erdê raxistibûn û Seydik tenê ji bo carekî, di êvara kere lal da tifek ber bi wê kûvîyê kiribû. Dema nîşan li kûvî girt bêhna xwe jî pê ra girt û gule berî bedena kûvî da. Hema di wê kêlîyê da kûvî di cihê xwe da li ser kêlekê ket. Wê demê rehetîya dilê Seydik nedihate gotinê. Seydik bê hal û taqet  çû li ser wê kûvîye û ber bi şikeftê kişand. Ji ber sermayê êdî tilîyên wî nedigirtin û gelekî bêmecal ketibû. Seydik hema wê kêlîyê kûvî serjêkir û ji bo hinekî xwe germ bike kûvî post kir. Piştî ku kûvî post kir cendekê wê veşart û postê kûvî jî hema li xwe kir û weke mexel were kete xeweke kûr. Bavê Seydik jî ji ber ku pirî li kurê xwe gerîyabû taqet ketibû. Dema ku roj ji pişt çîyayan hilat bav hê kurê xwe digerîya û misqalek xew neketibû çav. Dema bi derketina rojê ra her der bû ronahî, çavê bavê şikeftekî ket. Bavê Seydik ber bi şikeftê meşîya û li ber derê derî li hundur nihêrî. Bav dît ku wa kûvîk li nava şikeftê mexel hatiye. Bav xwe bi xwe fikirî ku vê kûvîyî bikuje û piştî dîtina kurê xwe ra wê jî bibe mal. Bav bi nermî bi tifeka xwe hilda û nîşanê berî bedena kûvî da. Hinekî çav lê gerand û dawîyê da gule berdayê. Malkambaxê bavê, dema çû li ser kûvî û ji cî leqand ecêba reşe giran dît. Bav lê dabû kurê xwe kuştibû. Hema wê kêlîyê destê ku tifek hilgiribû çû li ber guha û zarîn li şikeftê hilda.. Bavê bi kul û derd hema wê demê ev zêmar li ser kurê xwe got û girîya…

 Dê Lê lê gewrê lê..
 ax lê ber felekê dilikê min evdalê xwedê min go ber felekê..
 ay hûnê hespa bînin zîna daynin ser kêlekê..
ay belê Seydikê min birîndare, ay hûn xwedê kin hûnê bibin vê bajarê bidlîsê..
ay belêê, birîna seydikê minê.. ay lê lêêêê..
derba vê tifekê, ay birîna delalê dilê mino min go derba vê tifekê..
ax dîtina min û Seydikê min çû roja qîyametê…
ay lê de rabe Seydiko Seydevano min go piçûko,tifalo, dengbêjo, bilûrvano..
hey şalû şapik, ay delalê bergûzê van nêrîyano..
ay xanîkê Seydikê minê… Ay lihê lê, lihê lêê. Ay lê pişta çîyayê..
xanîkê delalê dilê mino mi go pişta çîyayê..
ay belê Seydikê min îro sê roje zaveye..
ay hûn xwedê kin hûn bibine vê şeşoyê..
ay seydikê min zavaye, ay delalê min bibine şeşoyê..
ay belê delalê dilê min birîndare hûnê bibin  bajarê vê Zaxoyê..
ay lê de rabe Seydiko Seydevano min go piçûko,tifalo dengbêjo, bilûrvano..
hey şalû şapik, ax delalê bergûzê van nêrîyano..




(modernîzekirina çîrokê: Dilêr Serhed)

18 Eylül 2018 Salı

Were emrê'm mirin e

Were emrê'm mirin e

Hey xwedê tenê ji min ra hîştê,
Hê çend caran heyvê kevan be bê te ?
Waye;
Derî zagon mam
Û bêjehr dizên tîremarên pênûsa min.
Heta kengî ez ê bipijim gelawêja eşqa te da ?
Were emrê'm,
Hêçik siwarên dilê min ên xalçêbavçê rûreş nebûne.
Waye;
Min mexbera xwe soleke pînekirî da kola
Were,
Hê şûna ramûsanên te da xêrên roja înê nexumirîne were.
Were "destem dest to ke"
emrê'm mirine.
Were.

Dilêr Serhed

18 Mayıs 2018 Cuma

LAWJEYA ŞEVÊ


LAWJEYA ŞEVÊ

Bi baskên minminîkan çend çira ditefin di van şevên qîrereş?
An jî pepûk bi çend ahengan dikare çîroka xwe bineqişîne qelîştekên şevan?
Xwedêyo, tu tehfîla min bi heft ava bike ji vê şevê, beriya ku min bi heft kelamên te xwe neherimandibe. Ku tu min di çend zulfên têrguneh de şevereş bihêlî, gunehê min nûra stûyê te be. Axirî ku di tariya tenêtiyê de bimirim, her bêdrûv bimînî.
Ez li şikeftên peyvan bêwate mame.Bi bilqetavên rondikên wê rûyê min ronî bike vê şevê. Çîroka me ji bo min bibêje beriya ku roj şevê bixeniqîne.Bibêje ka wê çawa nîvço hîşt şeraba lêvên xwe. Çawa min xitmên xêrtirîn li dar xistin ji her bendikên porên wê re.
 Wekî her kêliyên şevê, difeşkilin hestên min ên sorgevez. Mîna dêya ku weledê xwe avêtibe çûyînên xwe direvim. Ku ji çûyînên xwe direvim jî para min çûyînên çûyînan dikevin. Li ser tûrikê min ê ji kirasê maran şopên lêvên wê ên khêlî. Vala hatime hîştin. Werîs nema ku bi hevdû re girê bidim peyvên xwe. Li ser lêvên min qelîştekên ji yên şevê kurtir. Mizgîniya min xwekuştineke bêkes bila. Bila birûyên ku ji xelayê derketî parî vê zeviya dilê min be. Di çongên min de reqsa strana min bêriya te kiriye. Di dilê min de qîra ji cixara hulma wê.
Ez ê nesitirim van şevan, hilneyêm. Weke hevîreke hilnehatî ez ê werim pehtin jî. Tenê min dixwest ku hêviya min a ku dê rojekê rojê bi roj avis bimîne hebe ji bo xatirê şewqa û şemala wê.

Lê niha her difetisim, niha ajalekim li erafê, bihuşt li min heram e.
Xwedêyo!.. Min erafê nehêle tenê.

13 Mart 2018 Salı

KURTEREXNEYEK Lİ SER KOVARA LASER'Ê

Ji nivîsên kovara laserê ên kurmancî re..

Bal dikêşa gotinên edîtor, "nivîsên gelek hêja hatin berhevkirin !"
Erê, nexwe ev bû hejmara çaran ku ji bilî çîrokên bîranînan û helbestên eviniyê ên ku tu divê bi darê zorê hatine nivîsîn tiştek tine bû.
Na heyrano, ez di hêviyeke wisa mezin de nînim ku nivîsên li ser wêjeya cîhanê hebin.
An jî ez nabêjim xwezî hinekî nivîsên zanistî jî hebûna.
Ne karê meye jixwe ne wisa ?.. kî/ kê xwe biwestîne ka hela "ulysses"a James Joyce a ku Kawa Nemir wergerandiye dê çawa bandor li ser kurdî bike, çi lê zêde bike.
Jixwe qet ez behsa nirxandinan, rexneyan û hwd nakim.
  Heqê hin kesan nexwim, di vê hejmarê  de xebateke pir grîng kirine û terîfa xwarinan nivîsîne.
Jixwe ew me kêm bû.
Hêrs nebin gurçikno, min negot çîrokan nenivîsin, binivîsin bo xwedê, çîrok jixwe zehf balkêş bûn, maşella ji neveroka wan re, kêm û qurtisî.
Şaş fêm nekin, ez nabêjim ka hela herin hinekî li ser cûreyên wêjeyê bisekinin û bi terzekî binivîsînin.
Ku we li ser wêjeya "mînor" çend çîrok binivîsanda qet dê xweş nebûya, wisa berdewam bikin, eferim.
Ku mesele bibe hestên we, çepik ji bo we !
 Maşella tije helbest. Jixwe em hestên xwe de pîs in.
Jê cûda, gelo çi hewcebû ku helbesta hejmara sêyem de hatiye weşandin dîsa hejmara çarem de diweşe ? Dibe ku hema mexset ji bo ku tije bê xûya ?
(Gelo berf dikare, r 26, Z. Sultan atlı, hejmar 3 - Dikare, r 5, Z. Sultan atlı, hejmar 4 )
Heyf...
Melankolîkên delal,
We ji xeribiyê xêre ? 
Jê cûda evîn nebûya we nedinivîsî qey ? 
Nexwe ez hêla mijarê ve zêde li ser we de neyêm, hinekî hestên xwe veşêrin di peyvan de, nehêlin bila her kes negihêje hîsên we.
Wek îsyankaran nebin. Ku ji we neyê, nenivîsin. Hevokek bala min kişand , gelek xweş bû, ax ew çi hevoka serî bû dayê !
Wisa digot:
"Wek zarokekî çavên wî 
Ji kefa sabûnê şewitiyayî" 

(stranên bêdengiyê, r.18, xalit PENABER)

Çi xweşe, ax dilê min şewitî, Rênas JIYAN ê piçûke ew jî, bawer dikim ew kesa zehf di bandora Rênas Jiyan de maye ku hevokên wî raste rast diziye.
( Rênas Jiyan, tu neyê ez ê bimirim ) 

Wisa nekin qurbanno! Teqlîda( diziya) raste rast, dûbarekirina wêjeya me ye, pêşketinê nake para me.

Gelek tişt hene bên gotin, tenê ez dibêjim ku hûn dixwazin bînayekî ava bikin hewceye hûn bi cûrbicûrên wê bînayê jî ava bikin.Hûn tenê rengo rengo boyax bikin dê sibê xelkê ji we re bibêje "serî çîç e, binî zîrç e"

      ' NOŞÎ CAN BE '


                                                                                                                                                     Dilêr serhed

25 Ocak 2018 Perşembe

LAWJEYA KORIK


Hoo maka diltengiyê !
Ka felemoş meke min
hêçik êzingêşê nexistine çîka sîtavkan.
Qey tu nizanî kêliya şevê hew herî ye ?
Jixwe şev min têr didoşe rojê
Tu jî nebe avzêya dilêminê bêbin.
Lê divê tu bizanibî;
ez lîstikvanê êşa xwe ye bê êş im.
Yek dixuyê kokên min,
Pirmij in devmêtên li hev aliyayî.
Wek binevşa çilmis vedike,
Zuwa bêhn didim.
Hêviya min,
Ji derba brutus vir ve dest xwînekiriye.
Destmalreşê di serşîna kabûsanim,
Ji lerzê hatime afirandin.
Ez,
Dil'êr'ê aşên şevan
Xewtehlê li serhedên lêvan im.
Korik im yanî,
Bi reşbûna xwe ye li ser destê te xêz dibim,
Bi pelixandineke ezelî
Û bi heya ebed
Pûç û vala me.
Yanî
Tu taketiya çilmisê,
Beriya ku bizanibî korik derman in
Ezê bi peyvan li sêdareke ter xwe daliqînim,
Tu yê jî bi zêmaran şîna min bikî...
   
   Dilêr Serhed

ÇÎROKA HESO Û NAZÊ

       Xire xir ji cigerên pênûsa min tê. Xuyaye yê vê êvara kere lal bikuxe, hepsê zemên siwar bibe û here dora salên 1920 an. Hêdîka mel...