25 Ocak 2018 Perşembe

LAWJEYA KORIK


Hoo maka diltengiyê !
Ka felemoş meke min
hêçik êzingêşê nexistine çîka sîtavkan.
Qey tu nizanî kêliya şevê hew herî ye ?
Jixwe şev min têr didoşe rojê
Tu jî nebe avzêya dilêminê bêbin.
Lê divê tu bizanibî;
ez lîstikvanê êşa xwe ye bê êş im.
Yek dixuyê kokên min,
Pirmij in devmêtên li hev aliyayî.
Wek binevşa çilmis vedike,
Zuwa bêhn didim.
Hêviya min,
Ji derba brutus vir ve dest xwînekiriye.
Destmalreşê di serşîna kabûsanim,
Ji lerzê hatime afirandin.
Ez,
Dil'êr'ê aşên şevan
Xewtehlê li serhedên lêvan im.
Korik im yanî,
Bi reşbûna xwe ye li ser destê te xêz dibim,
Bi pelixandineke ezelî
Û bi heya ebed
Pûç û vala me.
Yanî
Tu taketiya çilmisê,
Beriya ku bizanibî korik derman in
Ezê bi peyvan li sêdareke ter xwe daliqînim,
Tu yê jî bi zêmaran şîna min bikî...
   
   Dilêr Serhed

6 Ocak 2018 Cumartesi

ÇİROKEKE YILMAZ GUNEY

                   MİROVÊ JİBÎRBÛYÎ
 Hûn dengê min dibihîsin ? Yek ji taxên hêşetê yên vî bajarî mirovekî jibîrbûyî diqîre we. Ez diqîrim. Ez... îro cejn e. We hemûyan çekên xwe ê nû li xwe kiriye. Xoşewîstên xwe difikirin. Xoşewîstên xwe ên porkurkirî. Zarok pifdankên rengo reng difirînin. Li ser keçeke piçûk cileke ji gulan nexişandî. Bêrîka wê tije şekir. Hûn dixwazîn, nade. Hin ji we xwarinê dixwin. Hin ji we dixebitin.
  Ji van kolanan diqîrim we. Zikê min birçî ye. Em çar bira li vê mala piçûçik de dimînin. Ez yê herî piçûk im. Derdê girantir lingên min tune. Wiha ji dayîk bûme. Ez we bi çavên xwe ên zarokî dibînim. Digirîm. Dilê min diçewise. Ez jî dixwazim wek we pifdankan biteqînim, hespikan siwar bim, cixarê bikêşim û bikenim.
 Bayek dest pêkir. Bêhna torosên hember hil didim. Gul bêhn dide. Bêhna gulên madvekirî ku rengê wan nizanim. Di nav porên we de xubarên kevnesal belav dibe. Hûn di hewake sayî de şerabê vedixwin. Jinên îtalî ên sing tixis tên bîra we,dikenin. Hûn dêhna xwe didine çîmê wan. Hişê we diçe. Bîranînên xwe ên tije şev di şerabê de dihelînin. Vedixwin. Yeko yeko bîranînên xwe dijîn. Li pêşiya we keçek derbas dibe. Keçeke porên wê dipdirêj. Keçikê difikirim. Ez, mirovê jibîrbûyî, we difikirim. Êşên we ên ku hûn nabînin difikirim.
  Keçek... Yanî tu. Ji malê nû derketî. Tu min nas nakî. Navê te jî pak nizanim. Çavên te qet jibîr nekir min. Tu ji yekî wek min hez dikî. Lê ne ku bêling. Keça bedew, dibê ez te bikim xweda.
  Ez te jî fikirîm mirovê piçûk. Ji her kesî zêdetir ez te fikirîm. Ew cilên kevn ku te li xwe kir di rojeke wiha de wê ez xemgîn kirim. Te her tiştî spartibû xwedê. Hal ev e ku xwedê jî te jibîr kiribû. Binê solên te qul in. Perên te tune ku tu wana jî çê bikî... ger ku tu pere bibînî ezê şad bim mirovê piçûk.
  Barûya seetê 12 nîşan da. Otobêsek derbas bû. Te solên xwe derxist û tu reviyayî. Te nizanibû ku otobês aîdî mirovên mezin in. Te ew wek xwe dihesiband. Lê wan tu nas nedikirî. Tenê min tu dizanî. Tenê min. Ez pak nizanim ka di rojeke wiha de li quncikeke qehwexaneya mezîgira te çi difikirî. Nexwe tu keştiyên mesîgiran xeyal dikî. Vê gavê, heya tu wiha rûdiniştî, divê tu ji zûva ve tevlê şînaya behrê bibûyayî. Divê te kilamek bigota. Kilameke erênî û behsa mesîgiran dike. Vê gavê tu di kefa destê xwe de digirî. Ji behrê û peravê wê gelek dûr î. Êdî ewrên sor dê baranên sor neyînin. Her tişt qediya. Hemû keleyên te noq bûn. Niha wana difikirî.
   Min dinyayeke girs ava kir. Erênî. Min bax çêkir, pel çêkir. Min gul dizî, anî. Çiya, çem û volkanan fikirîm. Baran û berf barand. Paşê jî qêriyame we. Hûn dibihîzin ? Ez mirovê jibîrkirî diqêrime we. Ev dinya ya we ye. Malên bajar ên bê mirov ên we ne. Mirovekî ku çîka we dikêşe diaxife. Guhdar bikin.
    
                                                                                                              YILMAZ GUNEY  
                                                                                                      Salkim, adar 1956, edene.
Wergera ji tirkî ; Dilêr serhed

ÇÎROKA HESO Û NAZÊ

       Xire xir ji cigerên pênûsa min tê. Xuyaye yê vê êvara kere lal bikuxe, hepsê zemên siwar bibe û here dora salên 1920 an. Hêdîka mel...