27 Ağustos 2020 Perşembe

ÇÎROKA HESO Û NAZÊ

 

    Xire xir ji cigerên pênûsa min tê. Xuyaye yê vê êvara kere lal bikuxe, hepsê zemên siwar bibe û here dora salên 1920 an. Hêdîka melodîyên dengbêjên çê bi pênûsa xwe didîme xwarin û dikim rêyeke dûr..

(Li mala Hesoyê Hemoyî)

    Erê erê.. dewran e dewran, demê dewran e. Gundê Hesen Evdalê belekîyêd berfê weke kumên kalanî serê çîyayan girtibûn. Dengê çemê Hesen Evdalê jî bi hemû xweşikbûna xwe li xelkê tesele dibû. Qulîxanê -birayê heso- li dîwana malê rûniştibû û diponijî. Birayê wî Heso jî, ji ber ku ev muddeteke xelata Xwedê (Kotîbûn) lê peyda bibû, li odeyeke piçûk nale nala wî bû. Jina Qulîxan Menco jî li ber çokên mêrê xwe rûniştibû û li ser halê wî da dikewgirî. Ji rûyê Qulîxan keder dibarî. Ev muddetek bû ku tu kesî ji tirsa nexweşîya birayê wî li derê mala wî nedabû, kesek nêzîkî mala wî nebibû. Gotin û gilîyên xelkê bibû şirît û stûyê Qulîxan alîya bû. Hemû gundîyan dixwestin Heso bimre an jî ji gund bê avêtin. Ji ber ku kotîbûn ji yekî digihîşte kesekî din û êşeke xetere bû. Bi vî terî Qulîxan bi dilekî keder her difikirî. Jina Qulîxan Menco êmekî mêrê xwe nihêrî û bi dû ra berxwe neda û got:

‘Qulîxan, serkêşê sîwarê Hemoyan, hingî ez hatime mala bavê te, xwedê va eyan e, herkesî serê we sond xwarîye. Lê weke ku tu jî dibînî hingî kotîbûn birayê te rabûye kes li derê te naxe, cînar ji birê te, tu jî ji nexwaşê xwe aciz bûyî. Eme hêj serxwe nin, hingî Heso mal da bimîne yê stûyê me jî vê nexwaşîyê bialîne.’

Bi vê gotina Menco ra Qulîxan serê xwe li ser çokên xwe yên çarmêrkî ra xwar kir û li Menco vegerand:

Hesoyê birê min şair û dengbêjekî çê bû heta berîya mehekî. Xelkê serê wî sondê sondan  dixwarin. Menco, pitê, êne Heso ev meheke destgirtî ye. Nazêya reben şev û roj bi birînê Heso ra digirî, xwe diperitîne. Emê çawa qêmîşê wan bikin heyran? Em ê çibkin porkura porkur.’

Bi vê gotina Qulîxan ra Menco silikî û kete hişê Qulîxan. Menco Menconîya xwe nîşan kir û gote Qulîxan:

Qulîxan, dewran e, xwedê va eyan e, Heso mêrekî çê ye. Lê Xelata Xwedê lê peyda bûye. Tu jî rind haj pê heyî, xilasbûna vê êşê tine. Hinekî heso malda bimîne yê nexaşîyê berde hemû gundê Hesen Evdalê, Gundê Hesen Evdala Jêrîn jî ser da.’

Qulîxan hinekî ponîjî û got:

‘Ê ka em ê çibikin Menco.?’

Menco:

‘Wellehî Qulîxanê min, tu bi gotina min bikî, em ê Heso betanîyan bialînin, biherin daynîn şikefta li ber çem. Em ê nanê wî ava wî daynîne ber. Qe nebe em ê bi vê nexwaşîyê nekevin, gundîyê me qaîl bin. Heso jî êdî nizanim bimre, nizanim pak be. Xwedê dîzane.’

Qulîxan tevî dengê nalenala Heso li ser halê xwe û gotinên Menco kelogirî bû û awiqî. Êmekî şûnda ji menco pirsî:

‘Lê em ê çi bibêjine Nazê? Êne Nazê ji bo Heso şev roj digirî, qet dihêle em Heso biherin bavêjin şikeftê.’

Menco lê vegerand:

‘Heyran, em nabêjin Nazê. Piştî ku me Heso bire şikeftê em ê rabin herin Hesen Evdala jêrîn cem Nazê û bavê wî. Em ê bêjin Heso çû rehma xwedê. Xwezgînîyê Nazê kêm nedibû, bila bavê wê dîsa nîşanî bike, bide mêr.’

Li ser vê plana Menco Qulîxan bû laşekî bê rih. Lê ji Menco ra negot na. Her awiqî û hêsir barandin.

Bi vî terî êvar li ser Menco û Qulîxan da hat. Heso ji ber êşê birînên xwe halekî xwevaçûyî da bû. Malşewitîyê Menco hangava çû betanî anîn û bi Qulîxan va Heso bi betanîyan pêçan. Wê êvara kere lal nale nala Heso dikete Gelîyên Zîlan û deng vedida. Dema Heso anîne ber şikeftê Menco hinek gîyayê teze anî şikeftê da raxist. Paşê ew bi Qulîxan Heso danîne li ser gîha, nan û ava wî dane li ber serê wî û pişta xwe dan û vegerîyan. Heso rebeno, nale nala wî şikeft hilda û kete Gelîyê Zîlan.

(Li mala Nazêya Mikaîlî)

Nezê.. jina esl û esas. Ev mehek bû ku bi kotîbûna Heso ra xew jê xeyîdîbûn. Her digirîya û li ser qedera xwe dilorand. Tu divê dindikreş ketibû nava xeyalên Nazê û yek bi yek winda dibûn. Lê dîsa jî, şev roj dua ji mîrê mîran dikir ji bo Hesoyê xwe. Hêvîya xwe hêj ji Heso qut bekiribû.

Destê şeveqê bû, bi dengê lêketina derî ra Nazê ji cihê xwe quloz bû û revî derî vekir. Yê hatî Qulîxanê birê Heso û jina wî Menco bû. Bav û dîya Nazê hemû bi dengê derî ra hişyar bûn û hatine ber derî. Qulîxan bi dengekî şikestî û zîz got ku Hesoyê birê wî çûye rehma xwedê û wan ew binax kirîye. Hema wê kêlîyê tu divê ava kel li ser serê Nazê da ro kirin. Nazêya qijik bû îske îska wê û dest bi girîyê kir. Her çiqas Menco xwest  li  ber dilê Nazê da were jî, Nazê huş nebû û bi xebera giran ra ji xweva çû.

Qulîxan êmekî şûnda berê xwe da bavê Nazê û got:

‘Apo, Xwedayê mîrê mîran xelata xwe da birê minê bêbext, şair bû, hê serxwe bû. Lê çavê qederê korbe, bi dilekî keder dibêjim, birê min rehmet kir. Şikir Nazêya te bedew e, xama ye. Qedera wê û Heso pêk nehat, hêvîya min rebbê jorîn, înşela qîza te bigihêje mirazê xwe.’

Piştî van gotinan bavê Nazê razîbûna xwe nîşanê Qulîxan da û sersaxî da wî. Bi dû ra jî herkes kîsfîsbû û çû mala xwe. Lê helbet piştî çend rojan ji bilî Nazê xebera herkesî ji meseleya Heso çêbû. Nazêya reben jî bêhay çend roja xwe bi xwe şîna Heso girt.

    Li ser meseleya Heso çend roj derbas bibûn. Helbet haja gelek xort û eşîran ji bedewîya Nazê hebûn. Dema ku ew jî ji meseleya Heso hisîyan êdî dest pê kirin û hatin xwezgînîya Nazêya reben. Wê êvarê li mala bavê Nazê ji eşîra Şêxan mêvan li hevdu civîyabûn û dewa xwastina Nazê dikirin. Lê Nazê tu carî qayîl nebû û got ku heta çilê Heso dernekeve ew kesekî nake. Bavê Nazê jî merivekî encûz bû û dixwest hangava qîza xwe bide mêr.

Wê şevê qelebalixîya mala bavê Nazê bêhesab bû û ji bo Nazê şeveke gelek çetin bû. Xûya bû ku Bavê Nazê yê wê bida xortekî eşîra şêxan û Nazê jî hingî girîyabû hêsir lê mirçiqîbûn. Wê kêlîyê jinikeke ji gundê wan mala bavê Nazê rûniştibû û dilê wî gelek Nazê Şewitîbû. Îcar bi dizî çûbû cem Nazê û gotibûyê ku Heso nemirîye û birê wî bi tevê jina xwe ew avêtine şikefta çemê Hesen Evdalê. Li ser gotinên jinikê Nazê ji cîhê silikî bû û li cem mêvanê hazir nifir li herkesî kiribû. Lê dewrana berê bû, qîmeta qewl û qirarên jinê li cem eşîrtîyê hesab nedibû. Derdê nedîtina Heso dilê Nazê diperitand û dixwar. A ji ber vê yekê Nazê li ber cimaatê sekinibî û gotibû:

‘Xwedê vê qedera min û Heso qebûl neke, îsal agir ser serê me da barî xwedê va eyan e. Hûn hatine xwezgînîya min, rûyê min bin pîyê we, lê Heso hêj nemirîye, em hê destgirtîyê hevin. Qaîde ye, hûn jî dizanin, heta ez helalîya xwe ji Heso nexwazim tu carî mêr nakim. Eger îzna we hebe ez ê herim helalîyê xwe ji wî bixwazim. A paşê hûn jî qelenê min bibirin.’

Li ser vê daxwaza Nazê Bavê Wê hinekî ponijî û paşê îzna qiza xwe dayê.

    Wext êdî hema hema destê şeveqê bû lê şevê hêj perê xwe li erdê berav nekiribû. Nazêya dilbikul jinika ku jê ra qala Heso kiribû hildabû taketîya xwe û berê xwe dabû şikefta Heso. Dema Nazê xwe gîhande hinda şikeftê êdî roj zîz bibû. Nazê hingî nêzîkî şikeftê dibû nalenalên Heso kurtir dihatin. Ji çavên nazê hêdî hêdî hêsir barîn û dest bi girîneke bêdeng kir. Wexta jinik dervayî şikftê ma û Nazê kete hundir halê Hesoyê hêsîr dît û li ber çokê wî rûnişt. Heso êdî ber mirinê bû û halê wî ne tu hal bû. Hinek gîhayê şil binê wî raxistbûn, hinek nanê kefikî û eveke gemar li ber serê wî bû. Nazê wê kêlîyê girîneke wisa kir ku zarîn şikeftê ket. Heso piçekî çavê xwe vekir û tevî nalenal li Nazê nihêrî. Êmekî Nazê girîya û ew bi Heso va bi dengbêjî evête ber hevdu. Nazê li ber çokê Heso got:

‘Erê dewran e, dewran e, dewran e..

Erê Heso malmîrato, sibeye

Ez ê bi Gelîyê Zîlan bi çemê Hesen Evdalê biketim dilê min deman e..

Erê bejna min zirave, mînanî kulîlka derê dawanzde wara.

Xwezgînîyê min li mala min porkura xwedê da li hev civîyane..

Ji êvara xwedê da qelendê min birîne xelata min dane..

Heso qurban ez hatime xatirê xwe ji te bixwazim..

Birîndaro nizanim bîrînê te çawa nin siwaroo..

 

Hesoyê birîndar serê xwe bilind kir û got:

 

Erê Nazê malmîratê, sibeye..

Ez ê bi Gelîyê Zîlan bi çemê Hesen Evdalê biketim..

Bextê min û te ra îsal agir barî..

Îro dilê min rebenê bûye mina hêlîna teyrê narîn..

Evî heyvanî hêlîna xwe çêkirîye, li tebekê heftê asîmanê danî..

Ev derdê ku canê min peyda bûye belkî Rebbê alêmê neyne serê Eyup pêxemberê kurma xarî..

Erê Nazê, te çavreşê bejin bilindê bêmirazê..

Gava tu xatirê xwe ji min dixwazî gîhayê binê min teze bike

Bira heso serê xwe dayne birîndaro razê..

 

Li ser gotinên Heso hêstir çavê Nazê da bû çem û li Heso vegerand, got:

‘Erê dewran e, dewran e, dewran e..

Erê Heso malmîrato, sibeye

Ez ê bi Gelîyê Zîlan bi çemê Hesen Evdalê biketim dilê min deman e..

Xwezgînîyê min li mala min porkura xwedê da li hev civîyane..

Xwedê zane mişterîyê min gelek in

Heso qurban tu halê xwe bi xwe neşewitîne..

Tu serê xwe dayne ser çoka min porkurê..

Ev derdê ku di canê te da ye, belkî Xwedê Teala canê min da peyda ke..

Xwedê bi vê derdê ,tu cara mirazê min serê xortê xelkê neke, siwaro..

 

Heso li Nazê vedigerîne:

Erê Nazê malşewitîyê, sibeye..

Ez ê bi Gelîyê Zîlan bi çemê Hesen Evdalê biketim..

Îro dilê min rebeno bûye mina hêlîna teyrê Sîmir e..

Erê bayê Gelîyê zîlan çemê Hesen Evdalê li ser serê min da tê gur e gur e..

Erê Nazê, malmîratê min seh kirî xwezgînçîyê te li mala bavê te da li hev civîyane ji êvar da qelenê te birîne..

Belkî rebbê alemê serê mêrikê camêr da neyne..

Mîna kêr û meqes anîbin ji êvar da dil û cigerê min dibirin..

Erê nazê, Gava tu xatirê xwe ji min dixwazî gîhayê binê min teze bike

Bira heso serê xwe dayne birîndaro razê..

 

Nazê li ser gotinê Heso wiha lê vegerand:

‘Erê dewran e, dewran e, dewran e..

Erê Heso malmîrato, sibeye

Ez ê bi Gelîyê Zîlan bi çemê Hesen Evdalê biketim dilê min deman e..

Ava gelîyê Zîlan Hesen Evdalê li jorê dizivire..

Heso qurban tu halê xwe bi xwe neşewitîne..

Tu serê xwe dayne ser çoka min porkurê..

Tu zimanê xwe derxe ez bimijim..

Ev derdê ku di canê te da ye, belkî canê min bigire siwaro..

 

Heso li Nazê vedigerîne:

Erê Nazê malşewitîyê, sibeye..

Ez ê bi Gelîyê Zîlan bi çemê Hesen Evdalê biketim, wa bi dar e..

Çemê Gelîyê Zîlan Hesen Evdalê bi ser min da tê bixar e..

Belkî rebbê alemê birayê min ra nehêle..

Ev derdê ku canê min peyda bûye bira neyê serê çemê Hesen Evdalê..

Ez ber vî çemî dikim gazî ne hewar e..

Nazê malmîrate qey tu nizanî birînên min kur e, xedar e, tu xwe berde çemê Hesen Evdalê ji min ra bîne tasek ava sar e Nazê…

Erê Nazê, te çavreşê, bêmirazê..

Erê nazê, Gava tu xatirê xwe ji min dixwazî gîhayê binê min teze bike

Bira Heso serê xwe dayne birîndaro razê..


Erê erê.. Nazê kir û nekir Heso zimanê xwe dernexist. li ser daxwaza Heso Nazê demildest xwe berda çemê Hesen Evdalê û tasek ava sar ji Heso ra anî.  Piştî ku Heso tasek av vexwar, emrê Xwedê, destxura çû rehmetê..

Nazê dûr û dirêj girîya.. vegerîya hate malê.. dewata wê çêbû.. lê ev birîn tu carî ji dilê wî derneket û klamek avête ser xwe û Heso..

Ew klam heta niha hate gotin û yê heta hetanî jî were gotin.

( Dilêr serhed )

nîşe: Ev çîrok bi tevî klama xwe ji alîyê gelek dengbêjan va, bi varyantên cûr bi cûr tê gotin. Min weke ku bihîsîye û ji dengbêjan guhdar kirîye, çîrok ji nû va afirand û têra taqeta pênûsa xwe nivîsî. Her wiha ev klam gelemperî ji alîyê dengbêjên Serhedê tê gotin. Lê ji ber ku dengbêjê hêja Seyîdxanê Boyaxcî axirîyên hanê çû rehmetê, min xwest hûn bi dengê wî êşa Heso û Nazê bibhîzin û Debgbêjê nemir bibîr bînin.





Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

ÇÎROKA HESO Û NAZÊ

       Xire xir ji cigerên pênûsa min tê. Xuyaye yê vê êvara kere lal bikuxe, hepsê zemên siwar bibe û here dora salên 1920 an. Hêdîka mel...