13 Mart 2018 Salı

KURTEREXNEYEK Lİ SER KOVARA LASER'Ê

Ji nivîsên kovara laserê ên kurmancî re..

Bal dikêşa gotinên edîtor, "nivîsên gelek hêja hatin berhevkirin !"
Erê, nexwe ev bû hejmara çaran ku ji bilî çîrokên bîranînan û helbestên eviniyê ên ku tu divê bi darê zorê hatine nivîsîn tiştek tine bû.
Na heyrano, ez di hêviyeke wisa mezin de nînim ku nivîsên li ser wêjeya cîhanê hebin.
An jî ez nabêjim xwezî hinekî nivîsên zanistî jî hebûna.
Ne karê meye jixwe ne wisa ?.. kî/ kê xwe biwestîne ka hela "ulysses"a James Joyce a ku Kawa Nemir wergerandiye dê çawa bandor li ser kurdî bike, çi lê zêde bike.
Jixwe qet ez behsa nirxandinan, rexneyan û hwd nakim.
  Heqê hin kesan nexwim, di vê hejmarê  de xebateke pir grîng kirine û terîfa xwarinan nivîsîne.
Jixwe ew me kêm bû.
Hêrs nebin gurçikno, min negot çîrokan nenivîsin, binivîsin bo xwedê, çîrok jixwe zehf balkêş bûn, maşella ji neveroka wan re, kêm û qurtisî.
Şaş fêm nekin, ez nabêjim ka hela herin hinekî li ser cûreyên wêjeyê bisekinin û bi terzekî binivîsînin.
Ku we li ser wêjeya "mînor" çend çîrok binivîsanda qet dê xweş nebûya, wisa berdewam bikin, eferim.
Ku mesele bibe hestên we, çepik ji bo we !
 Maşella tije helbest. Jixwe em hestên xwe de pîs in.
Jê cûda, gelo çi hewcebû ku helbesta hejmara sêyem de hatiye weşandin dîsa hejmara çarem de diweşe ? Dibe ku hema mexset ji bo ku tije bê xûya ?
(Gelo berf dikare, r 26, Z. Sultan atlı, hejmar 3 - Dikare, r 5, Z. Sultan atlı, hejmar 4 )
Heyf...
Melankolîkên delal,
We ji xeribiyê xêre ? 
Jê cûda evîn nebûya we nedinivîsî qey ? 
Nexwe ez hêla mijarê ve zêde li ser we de neyêm, hinekî hestên xwe veşêrin di peyvan de, nehêlin bila her kes negihêje hîsên we.
Wek îsyankaran nebin. Ku ji we neyê, nenivîsin. Hevokek bala min kişand , gelek xweş bû, ax ew çi hevoka serî bû dayê !
Wisa digot:
"Wek zarokekî çavên wî 
Ji kefa sabûnê şewitiyayî" 

(stranên bêdengiyê, r.18, xalit PENABER)

Çi xweşe, ax dilê min şewitî, Rênas JIYAN ê piçûke ew jî, bawer dikim ew kesa zehf di bandora Rênas Jiyan de maye ku hevokên wî raste rast diziye.
( Rênas Jiyan, tu neyê ez ê bimirim ) 

Wisa nekin qurbanno! Teqlîda( diziya) raste rast, dûbarekirina wêjeya me ye, pêşketinê nake para me.

Gelek tişt hene bên gotin, tenê ez dibêjim ku hûn dixwazin bînayekî ava bikin hewceye hûn bi cûrbicûrên wê bînayê jî ava bikin.Hûn tenê rengo rengo boyax bikin dê sibê xelkê ji we re bibêje "serî çîç e, binî zîrç e"

      ' NOŞÎ CAN BE '


                                                                                                                                                     Dilêr serhed

7 yorum:

  1. Merheba ji we re..
    Min rexneyên we yên li ser kovara Laserê xwandin..
    Ez nabêjim rexnekirin tiştek xerab e bileksê wê gelek baş e û girîng e. Qatî tenê di nava hest û ramanên Rênas Jiyanî an jî kesên din de ev fikr hene?
    Kesên ku tiştekî dinivîsin an ji xêz dikin miheqeq di bin bandora kesên din de dimînin û divê hin caran jî bimînin.Hemû helbestvanên Kurd, ji bo min gelek girîng in û di heman demê de bo min pêşeng in..Ez ne helbestvan im lê carcaran nexweş û kêmasî be jî dinivîsim û xêz dikim. Bi xêra kesên ku em di bin bandora wan de man e em ê xwe pêş bixin..
    Ez cur bi cur pirtûkan dixwînim,bi taybetî jî helbestan..
    Car caran di bin bandora dayîk û bavê xwe de dimînim lewra peyvên herî resen min ji wan bîhîstine.. wextê ku dayîkên me serê me dişuştin kefa sabunê diçu çavên me de, niha jî ji me re wek çîrokekê tê gotin, ev tişte bêguman e ku hatiye serê we hemûyan û bi şiklekî ve jî dikevin nava nivîsan û dibin riste..
    Wextê ketin nava nivîsê jî bigelemperî herkesek xwe tê da dibîne.
    Gava ku dayîkên me serê me dişuştin bi qalibên sabunê li me dixistin, pê tirar û şerbikan li me dixistin.. ev tişt jibîra me naçin û herwiha ji aliyê dayîkan ve tê vegotin, heta dayîka min wek çîrokekê bi tiraneyî ji min re dibêje û ev jî dê di wextekî nîzok de di nava nivîsan de cihê xwe bigrin û vê bibin riste..

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. merheba hevalê delal,
      ji bo xweşbînî û şîroveya te spas. tişta ku min dît û xwend ne tehmeke resen bû bi rastî. Raste, hestên me kurdan nêzikî hev in, lê ez di wê fikrê de me ku îhtimala wek hevbûna şayesandina hestên me îhtimaleke pir kêm e. ez bawer nakim ku te zanetî wisa kiribe. tenê fikra min ewe ku divê wexta mirov helbestan dinivîse baldar be û li pey reseniyê be. serkeftin bo te birayê min.

      Sil
    2. Heke kesek li ser tiştekî rexneyekê bike,
      divê ew kes li hember wî tiştê ku rexne dike alternatîfekê an jî çareseriyekê peyda bike..
      Ew kes ez bim
      Tu bî
      Ew be hîç ferq nake.
      Lê tebiya teqez û teqez li hember tiştê ku tê rexnekirin alternatîfek hebe. Ger kesên ku rexne dikin tu alternatîf tunebin ew kes wê teqez di nava rexneyên xwe de bixeniqin.! Xelet fêm neke tenê ji te re nabêjim
      ew tişt serê ewil bo min û paşî ji bo we hemûyan wisa ye..
      Te rexneyek kiriye gelek baş e xweş e û pir girîng e.
      lê xwezî min nivîsek te di kovarê de bidîta min dê xwe li ber te tewandiba herwiha kesên din jî. Di hejmarek din de em li benda nivîsek te ne bi taybetî jî ez. Levra ez bi dil û can bawer dikim ku tu dê nivîsek xweş binivîsî. Ji niha ve serkevtin bo te birayê delal.
      Êdî niha pêda,
      divê em pêkve xwe bigehînin astên bilinttir, divê êdî em berpêngekê bidin wan tiştan û serbikevin, bawer bike ev tewger wê xweştir li bejn û bala me bê.
      Ji bo hejmarek din em ê xwirttir bibin..
      Bi hêviya serkevtin û xebatên bêhempa..
      Tu ezîz î birayê xoşewîst..
      Bimîne di xêr û xweşiyê de..

      Sil
  2. Nivîsan û cureyên nivîsan biçûk dîtin ji bo hinek mirovan bûye şadbûneke bêhempa. Mixabin dixwazin ku tenê kinceke li laserê bikin lê wexta ku em lê binêrin ew bixwe di laserê de ev kincên nû lê nekiriye. Lê heyfe ku tenê aliyeke dinêrin. Ji bo di laserê de nivîs bê weşandin pêşiya ku em xwendekar bixwînin ji aliyê mamosteyên me tên xwendin ek wan hilnebijartana ew nivîsan jî nedihat çap kirin. Hevalino zêde guh nedin derdora xwe ji ber ku devên kê hene dipeyivin. Noşî can be..

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. ji bo şîroveya te spas xwîşka delal.
      Bi rastî ez şad nebûm bi vê rexneya xwe. ez pir pê êşiyam. beriya hûn pê aciz bûn, min xwe aciz kir.
      Mixabin, em heya neêşin, napijin. mixabin haya min pê tine bû. minê jî nivîsek bişanda kovarê.
      Jê cuda, min şeweya vegotina te ya nivîsê rexne nekir. Divê mirov bizanibe ku çi dinivîse, ku te li ser çanda xwarinên kurdan nivîs binivîsanda ser çavên min, tu mafekî minê rexneyê tine bû.
      Ez zêde dirêj nekim. ez hêvîdarim ku hûnê xebatên delaltir bikin.
      serkeftin bo me hemûyan.

      Sil
  3. Bu yorum yazar tarafından silindi.

    YanıtlaSil
  4. Dilêrê min rexna te di heddê xwe de û di hemdê xwe de ye. Berovajîkirina rexnê kêsvêskirina qelsiyan e. Ez ji rexna te têgihîştim ku tu dibêjî ji şelbikên çembil şikestî va nabe lê bûye qisa rêber û rêbir kesî guh nedaye mebesta nivîsîna rexna te. Bi rastî jî tu dema li fanzînê dikolî nivîsên bêtehm hene. Bi min jî heke xwendekar û dilxwazên zimên pênusa xwe bi nivîsên nûjen ên edebî û sudwer nexemilînin, nekemilînin kurdî dê demekî dirêj çav li deriya xwelî li seriya bimîne. Bextewariya beytikekî dîl ( bi qewlê Kawa) wê we li benda şevîna peyvan a bêşev bihêle. Tiştên xuyayî ne hewceyî nîqaş û tevliheviyê ne, çêleka stewr bê şîr e. Pêşniyara min bi we ew e ku hûn berê xwe bidin li mijarên tijîzanist ( feza, gerdûn, peresîn ango werar ango evrîm, sex, dans..)..

    YanıtlaSil

ÇÎROKA HESO Û NAZÊ

       Xire xir ji cigerên pênûsa min tê. Xuyaye yê vê êvara kere lal bikuxe, hepsê zemên siwar bibe û here dora salên 1920 an. Hêdîka mel...