10 Şubat 2020 Pazartesi

Çîroka Seraya Mamed Axa


Çîroka Seraya Mamed Axa

Her kes meth û senayê dostê xwe bide, Meriv ji xwe ra methê Seraya Mamed Axa bide vê sibingê, Di nav heval û hogiran da qanatê meriv vebe, ji xwe ra pê bifire.. Serayêêê Serayêê..

          Payîz e. Welatê Serhedê payîzê xemla xwe girêdaye û benda zivistana dûr û dirêj e. Li gundê Bolikbaşîya ku girêdayê navçeya Zêtka (naçveya Qerekilîsê) ye guh li ser gotinên Kewê Ribat (Şakiro) in. Ehlê gund kar û barê xwe kirine û li vê salona mezin çarmêrkî rûniştine. De axirî ev dewr dewra dengbêjan e; xeber bi qaîde ne, meyxoşî di kuxikên dengbêjan da ne. De axirî dengbêjên vî zemanî meriv ezîz jî dikin rezîl jî.
Di vî welatî da yê ku Şakiro nas neke tune ye. Kaşkişika Şakiro di dest da ye. Îskana tije av di xizmeta aloqa wî da ye. Mindera li ber milê wî ji giranî û heybeta wî dewixîye. Civat tev li benda kilamên wî ne. De axirî ev Kewê Ribat e; çawa ku morîya qul li etaran nabîne, wisa kes xwe ji dengê wî jî bêpar nahêle û gotinên wî hêfz dike. Piştî ku hurmetî, salixdanên xwarin û vexwarinî û çend kelamên kalanî xilas bûn, civat nişkêva qîrînîya dengê Şakiro ra lerizîn. Ew miqamên ku di aloqa Şakiro da dizivirîn û derdiketin, weke şeraba Saqîyên berê serxoşîyê direşande nava civatê. Şakiro gotin li pey gotinan rêz dikir û kilam digot. Hemû civat li ser gotinên Şakiro şaş û metelmayî mabûn. Helbet xweşbûna dengê wî gelek bandor li ser wan kiribû lê tişta ecêb ew bû ku Şakiro pesnê Seraya Mamed Axa dida. Her wiha, ku çiqas pesnê serayê dida jî dilê hemû civakê dikete Serayê. Lê hemû şênîyên gund dizanibûn ku Seraya Mamed Axa bedew nebû û ji ber nebedewbûna xwe jî wextê xwe yê mêrkirinê derbas kiribû. Her wiha dilê tu xortekî nedikete qîza Mamed Axa û ev yek jî gelekî dilê Mamed Axa diêşand. Bi vî terî Şakiro kilama xwe digot û hemû civat ecêbmayî li wî guhdar dikirin. Helbet ji bilî Şakiro û Mamed Axa tu kesî meseleya vê kilamê nizanibû.
Çend roj berê Mamed Axa dîsa li ser halê qîza xwe ponijîbû û qelûn li ser qelûnê vêxistibû. Ji ber ku axayê gund jî bû, zêdetir li ser halê xwe diponijî û di hundirê xwe da dikelîya. Gotinên xelkê her dem di hişê wî da deng vedidan û dubare dikir: ‘Kes bi qîza Mamed Axa qayîl nabe, mal da maye qijika qijik..’ Seraya qîza axê jî her dem li ser halê xwe digirîya û dixwest demildest bizewice. Hema kêlîyekê Mamed Axa fikir anîbû li ser Şakiro û demildest xwe avêtibû ber bextê wî. Helbet haya wî ji nav û dengbûna Şakiro hebû û weke me gotî dengbêj mirov ezîz jî dikirin rezîl jî. Bi vî terî Mamed Axa ji Şakiro xwestibû kilamekî bavêje li ser qîza wî û ji bo vê yekê jî xwestibû pere bide Şakiro. Şakiro jî helbet pere qebûl nekiribû lê soza kilamekî dabû Mamed Axa.
Bi vî terî Şakiro ji bo bextê Serayê vebe, bi deng û miqamê xwe yê efsûnî di nava civatê da kilama Serayê digot û her kesî serxoş dikir. Helbet kesê nizanibûya ku Şakiro ji bo çi kilam davête li ser Serayê. Dê ji bo wan her dem wisa bihata zanîn ku Şakiro gelek Serayê ecibandîye û ji derdê wê kilama gotîye.
(Dibêjin ku Şakiro dema ev kilam avête li ser Seraya Mamed Axa, di demeke kin da li gelek deveran kilam hate bihîstîn û bi sedan xwezgînîyê Serayê çêbûn. Serayê jî yekî li gor dilê xwe ra zewicî. Helbet wê demê her kes gihîşte mirazê xwe û wenda bûn lê ev kilama Şakiro û 'li gor kilamê' bedewîya Serayê heta hetanî dê bê gundar kirin û zanîn.)
(Dilêr Serhed)





2 yorum:

ÇÎROKA HESO Û NAZÊ

       Xire xir ji cigerên pênûsa min tê. Xuyaye yê vê êvara kere lal bikuxe, hepsê zemên siwar bibe û here dora salên 1920 an. Hêdîka mel...