MİROVÊ JİBÎRBÛYÎ
Hûn dengê min dibihîsin ? Yek ji taxên
hêşetê yên vî bajarî mirovekî jibîrbûyî diqîre we. Ez diqîrim. Ez... îro cejn
e. We hemûyan çekên xwe ê nû li xwe kiriye. Xoşewîstên xwe difikirin.
Xoşewîstên xwe ên porkurkirî. Zarok pifdankên rengo reng difirînin. Li ser
keçeke piçûk cileke ji gulan nexişandî. Bêrîka wê tije şekir. Hûn dixwazîn,
nade. Hin ji we xwarinê dixwin. Hin ji we dixebitin.
Ji van kolanan diqîrim we. Zikê min birçî ye. Em çar bira li vê mala piçûçik de dimînin. Ez yê herî piçûk im. Derdê girantir lingên min tune. Wiha ji dayîk bûme. Ez we bi çavên xwe ên zarokî dibînim. Digirîm. Dilê min diçewise. Ez jî dixwazim wek we pifdankan biteqînim, hespikan siwar bim, cixarê bikêşim û bikenim.
Bayek dest pêkir. Bêhna torosên hember hil didim. Gul bêhn dide. Bêhna gulên madvekirî ku rengê wan nizanim. Di nav porên we de xubarên kevnesal belav dibe. Hûn di hewake sayî de şerabê vedixwin. Jinên îtalî ên sing tixis tên bîra we,dikenin. Hûn dêhna xwe didine çîmê wan. Hişê we diçe. Bîranînên xwe ên tije şev di şerabê de dihelînin. Vedixwin. Yeko yeko bîranînên xwe dijîn. Li pêşiya we keçek derbas dibe. Keçeke porên wê dipdirêj. Keçikê difikirim. Ez, mirovê jibîrbûyî, we difikirim. Êşên we ên ku hûn nabînin difikirim.
Keçek... Yanî tu. Ji malê nû derketî. Tu min nas nakî. Navê te jî pak nizanim. Çavên te qet jibîr nekir min. Tu ji yekî wek min hez dikî. Lê ne ku bêling. Keça bedew, dibê ez te bikim xweda.
Ez te jî fikirîm mirovê piçûk. Ji her kesî zêdetir ez te fikirîm. Ew cilên kevn ku te li xwe kir di rojeke wiha de wê ez xemgîn kirim. Te her tiştî spartibû xwedê. Hal ev e ku xwedê jî te jibîr kiribû. Binê solên te qul in. Perên te tune ku tu wana jî çê bikî... ger ku tu pere bibînî ezê şad bim mirovê piçûk.
Barûya seetê 12 nîşan da. Otobêsek derbas bû. Te solên xwe derxist û tu reviyayî. Te nizanibû ku otobês aîdî mirovên mezin in. Te ew wek xwe dihesiband. Lê wan tu nas nedikirî. Tenê min tu dizanî. Tenê min. Ez pak nizanim ka di rojeke wiha de li quncikeke qehwexaneya mezîgira te çi difikirî. Nexwe tu keştiyên mesîgiran xeyal dikî. Vê gavê, heya tu wiha rûdiniştî, divê tu ji zûva ve tevlê şînaya behrê bibûyayî. Divê te kilamek bigota. Kilameke erênî û behsa mesîgiran dike. Vê gavê tu di kefa destê xwe de digirî. Ji behrê û peravê wê gelek dûr î. Êdî ewrên sor dê baranên sor neyînin. Her tişt qediya. Hemû keleyên te noq bûn. Niha wana difikirî.
Min dinyayeke girs ava kir. Erênî. Min bax çêkir, pel çêkir. Min gul dizî, anî. Çiya, çem û volkanan fikirîm. Baran û berf barand. Paşê jî qêriyame we. Hûn dibihîzin ? Ez mirovê jibîrkirî diqêrime we. Ev dinya ya we ye. Malên bajar ên bê mirov ên we ne. Mirovekî ku çîka we dikêşe diaxife. Guhdar bikin.
YILMAZ GUNEY

Salkim, adar 1956, edene.
Wergera ji tirkî ; Dilêr serhed
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder