Çîroka Seraya Mamed Axa
Her kes meth û senayê dostê xwe bide, Meriv ji xwe ra methê Seraya
Mamed Axa bide vê sibingê, Di nav heval û hogiran da qanatê meriv vebe, ji xwe
ra pê bifire.. Serayêêê Serayêê..
Payîz e. Welatê Serhedê payîzê xemla xwe girêdaye û benda
zivistana dûr û dirêj e. Li gundê Bolikbaşîya ku girêdayê navçeya Zêtka (naçveya
Qerekilîsê) ye guh li ser gotinên Kewê Ribat (Şakiro) in. Ehlê gund kar
û barê xwe kirine û li vê salona mezin çarmêrkî rûniştine. De axirî ev dewr
dewra dengbêjan e; xeber bi qaîde ne, meyxoşî di kuxikên dengbêjan da ne. De
axirî dengbêjên vî zemanî meriv ezîz jî dikin rezîl jî.
Di vî welatî da yê ku Şakiro nas neke tune ye. Kaşkişika Şakiro di
dest da ye. Îskana tije av di xizmeta aloqa wî da ye. Mindera li ber milê wî ji
giranî û heybeta wî dewixîye. Civat tev li benda kilamên wî ne. De axirî ev
Kewê Ribat e; çawa ku morîya qul li etaran nabîne, wisa kes xwe ji dengê wî jî bêpar
nahêle û gotinên wî hêfz dike. Piştî ku hurmetî, salixdanên xwarin û vexwarinî
û çend kelamên kalanî xilas bûn, civat nişkêva qîrînîya dengê Şakiro ra lerizîn.
Ew miqamên ku di aloqa Şakiro da dizivirîn û derdiketin, weke şeraba Saqîyên
berê serxoşîyê direşande nava civatê. Şakiro gotin li pey gotinan rêz dikir û
kilam digot. Hemû civat li ser gotinên Şakiro şaş û metelmayî mabûn. Helbet xweşbûna
dengê wî gelek bandor li ser wan kiribû lê tişta ecêb ew bû ku Şakiro pesnê
Seraya Mamed Axa dida. Her wiha, ku çiqas pesnê serayê dida jî dilê hemû civakê
dikete Serayê. Lê hemû şênîyên gund dizanibûn ku Seraya Mamed Axa bedew nebû û
ji ber nebedewbûna xwe jî wextê xwe yê mêrkirinê derbas kiribû. Her wiha dilê tu
xortekî nedikete qîza Mamed Axa û ev yek jî gelekî dilê Mamed Axa diêşand. Bi vî
terî Şakiro kilama xwe digot û hemû civat ecêbmayî li wî guhdar dikirin. Helbet
ji bilî Şakiro û Mamed Axa tu kesî meseleya vê kilamê nizanibû.
Çend roj berê Mamed Axa dîsa li ser halê qîza xwe ponijîbû û qelûn
li ser qelûnê vêxistibû. Ji ber ku axayê gund jî bû, zêdetir li ser halê xwe
diponijî û di hundirê xwe da dikelîya. Gotinên xelkê her dem di hişê wî da deng
vedidan û dubare dikir: ‘Kes bi qîza Mamed Axa qayîl nabe, mal da maye qijika
qijik..’ Seraya qîza axê jî her dem li ser halê xwe digirîya û dixwest
demildest bizewice. Hema kêlîyekê Mamed Axa fikir anîbû li ser Şakiro û
demildest xwe avêtibû ber bextê wî. Helbet haya wî ji nav û dengbûna Şakiro
hebû û weke me gotî dengbêj mirov ezîz jî dikirin rezîl jî. Bi vî terî Mamed
Axa ji Şakiro xwestibû kilamekî bavêje li ser qîza wî û ji bo vê yekê jî xwestibû
pere bide Şakiro. Şakiro jî helbet pere qebûl nekiribû lê soza kilamekî dabû
Mamed Axa.
Bi vî terî Şakiro ji bo bextê Serayê vebe, bi deng û miqamê xwe yê
efsûnî di nava civatê da kilama Serayê digot û her kesî serxoş dikir. Helbet
kesê nizanibûya ku Şakiro ji bo çi kilam davête li ser Serayê. Dê ji bo wan her
dem wisa bihata zanîn ku Şakiro gelek Serayê ecibandîye û ji derdê wê kilama
gotîye.
(Dibêjin ku Şakiro dema ev kilam avête li ser Seraya Mamed Axa, di
demeke kin da li gelek deveran kilam hate bihîstîn û bi sedan xwezgînîyê Serayê
çêbûn. Serayê jî yekî li gor dilê xwe ra zewicî. Helbet wê demê her kes gihîşte
mirazê xwe û wenda bûn lê ev kilama Şakiro û 'li gor kilamê' bedewîya Serayê heta hetanî dê
bê gundar kirin û zanîn.)
(Dilêr Serhed)